NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya tora rojnamevanî ya navneteweyî “Lost in Europe” li seranserê Ewropayê zêdetirî 50,000 zarokên penaber ên bêkes ên ku di navbera salên 2021 û 2023’an de hatine Ewropayê û di destpêkê de di bin çavdêriya dewletê de ne, winda ne. Ji aliyê rayedarên berpirsyar ve jî der barê zarokên windakirî de tu agahî nayê dayîn. Hate hînbûn ku ev hejmar ji sala 2021’an vir ve du qat zêde bûye.
Ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê û her wiha Moldova, Norwêc, Brîtanya Mezin û Swîsre li ser çarenûsa zarokan pirs hat kirin, lê tenê 20 welatan bersiv dan û tenê 13 welat agahî dane. Ji ber vê yekê, hejmarên ku hatine bidestxistin ne temam têne hesibandin.
Torê, radigihîne ku berî sê salan hejmara zarokên wenda bûne derdora 18,000 e. Li Elmanyayê, ev hejmar ji 700 di sala 2021 de niha gihîştiye 2,000. Hat diyarkirin ku hin welatên din ên YE’yê li ser zarok û ciwanên bêkesan dane berhev nekirine û bersiva pirsan nedane.
Komîsera Karûbarên Navxweyî ya Yekîtiya Ewropayê ya ji koçberiyê berpirsyar Ylva Johansson di hevpeyvîna xwe ya bi Rundfunk Berlîn-Brandenburgê de ji “pergala şikestî ya koçberiyê” ya li Ewropayê gilî kir. Wî hişyarî da ku zarokên mexdûr dikarin bibin qurbaniyên bazirganên mirovan.
Tê bawer kirin ku piraniya kesên winda bêyî agahdarkirina rayedaran çûne bajarek an welatek din.