NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye di mijara tundiya li dijî jinê de di nava welatên OECD de di rêzên destpêkê de ye. Li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP’ê de bi hezaran jin hatin qetilkirin. Her roj jin têne qetilkirin.
Vê carê li navçeya Sîncan a Enqereyê û navçeya Kepez a Antalyayê jin hatin qetilkirin.
Zilamê bi navê S.K. li Sîncanê jinek qetil kir û jina dixwest pêşî li êrişê bigire jî birîndar kir. Li Kepezê jî jina bi navê Ashfaq Ahmad Qureshî li mala lê dijiya mirî hate dîtin.
Kesê bi navê S.K. li navçeya Sîncan a Enqereyê jina bi navê Edanûr K. (28) ku li kolanê bi nîqaş çûn qetil kir. Jina bi navê Nûr G. a dixwest pêşî li êrişê bigire jî birîndar kir. Di saetên şevê de S.K. bi kêran êrişî Edanûr K. kir. Piştre jî jina bi navê Nûr G. ku dixwest bikeve navberê birîndar kir û reviya.
Li ser îxbara welatiyên li derdorê, polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Jin a ciwan ku ji gelek cihên bedena xwe birîndar bû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Nûr G. a ku hewl dida pêşî li êrîşê bigire birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. Êrişkar S.K. ku ji cihê bûyerê reviya, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.
Li navçeya Kepez a Antalyayê li qatê jêrîn ê avahiyeke ji çar qatan di şeva 2’ê Gulanê de saet 23:00 Ashfaq Ahmad Qureshî (59) a Pakistanî ji aliyê kesên nediyar ve hate qetilkirin. Kurê jinikê A.A. ku piştî kuştinê îfadeya wî ya devkî hate wergirtin, hate binçavkirin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.
Çavkanî: ANF