NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Stêrka Ciwan ku her meh ji bo ciwanên Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dijîn xwe nû dike, bi dirûşma “Şehîd Talîmata Me Ne” perspektîfên xwe pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Di kovara ku bi berga nivîsa “Şehîd talîmata me ne” hatiye amadekirin, di beşa bi navê Rêber APO de nivîsên bi Kurdî û Almanî cih digirin.
Koordînasyona Rêxistinên Ciwanên Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li ser mijarên polîtîkayên şerê taybet û sanalkirina jiyanê perspektîfan dide ciwanan.
Her wiha nirxandinên Duran Kalkan ên 1’ê Gulanê yên ji bo ciwanan û perspektîfên ku divê ciwan 1’ê Gulanê çawa tevbigerin jî hene.
Di nirxandina bi sernavê “Çand nasnameya civakê ye” de nirxandinên ku divê ciwan li hemberî modernîteya kapîtalîst xwe çawa biparêzin tê nirxandin.
Nivîsên li ser mijarên wekî nivîsên gerîla, Bîranîn û Çand di kovara Stêrka Ciwan de cih digirin.