HEILBRONN – Ciwan amadekariyên xwe yên ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ku wê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, didomînin. Armanca mihrîcanê ew e ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên çandî û qirêj ên li ser ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, rêxistineke şoreşgerî û çandî bê avakirin. Ciwan di çarçoveyeke şoreşgerî ya exlaqî û polîtîk de werzişa ku bi taybetî ji ber şerê taybet tê şermezarkirin û bang li ciwanan tê kirin, nêzîk dibin û wekî amadekariyên Festîvalê li seranserê Ewropayê tûrnûvayan organîze dikin.
Ciwanên li bajarê Heîlbronn ê eyaleta Baden Wurttemberg a Başûrê Elmanyayê diyar kirin ku ew ê îsal Tûrnûvaya Futbolê li dar bixin. Ciwanan diyar kirin ku ew ê ji bo bîranîna Şehîd Seher Denîz a ji bajarê Heîlbronnê tevlî nava refên PKK’ê bû û di sala 2022’an de şehîd bû, Turnuvaya Futbolê li dar bixin.