NAVENDA NÛÇEYAN –
Ez vê jî diyar bikim ku, peyamên ku ez didim vê komê di heman demê de nihiniyên mezinin. Û ez jî neçarim ser bixim. Ger ez wisa nekim ez ê asê bimînim. Ger hûn çima mezin nabin bikaribin hinekî berawird bikin, hûn ê baştir fêm bikin. Azwerî û awatên we hene. Çawa bi asanî bi me ve girêdan çêdibe me bi mînaka Dêrsimê nîşanî we da.
Bi azwerî û bêrîkirinên wisa heta kîderê dikare biçe? Dibe ku di îsyanên berê de wateyek hebû, lê bi komkujiyan hatin tepisandin. Lê niha wisa ber bi pergalê ve bezîn, li pê bêrîkirinên takekesî xişikîn û çûyîn, ji mirov re çiqas
bêgane ye, çiqas ji dijmin re dibe amûr, çiqas înkarkirina dîrokê ye û çiqas xirabiye heta ku neyên fêmkirin, ez ê çawa jê re bêjim mirove, ez ê çawa wî/ê qebûl bikim? Vaye divê hûn vê bibînin û lê binêrin. Îdealekî min jî ya Dêrsimê çêbû. Ya ku hîn jî Dêrsimê tevgerîn dike û îro weke ku di Tirkiyê de, hema bêje di qada navnetewî de rê li ber pêşketineke teysînê vekir. Ev îdeala min e.
Ji gelekan re maba ne gengaz bû. Dê kem-kum kiribana. Lê hûn ê di binê serdestiya dijmin a teqez de jî tine bibana. Ev mekanîzmayeke; hema li her derê mekanîzmayeke wisa ava dikim. Bi vana hemûyan bifikirin. Ez ê çawa ji binê vana hemûyan derkevim fêm bikin. Vaye dibe ku ev we ber bi fikrîneke kûr ve bibe. Jiyanê asan winda nekin, girîngiya bi me re bûyîna heval fêm bikin. Ger hebe dilê we, wijdanê we, ger hûn dibînin pêwîste hûn bi asanî nemirin, dema ku we ev jî qebûl kir hûn ê bi pêwîstiya serkeftina xebatê bifikirin. Pêdiviya serkeftina
xebatê wê teqez we ber bi rast ser xebata pratîka rojane çûyînê ve bibe. Ev ê jî rê li ber serkeftina şêwazê xebatê veke. Bûyera ku ez jê re dibêjim lihevkirî jî hinekî bi vî rengî ye. Bervajî hemû peyv, rewşên ku weke demogojiya erzan tên tabîrkirinin. Ez dilê we bi xwe naşewitînim, berevajî, dema ku rastiyê wisa destnîşan dikim, dibêjim dema ku hûn fêm bikin dê gelek pêşketinên encamgir bi xwe re bîne. Heta niha zêde fêmnekirina we tenê xirabiya wê
gîştiye we, hûn ji rêzê mane. Lê fêmkirina vî şêwazî mezin dixebitîne û ber bi serkeftinên mezin ve dibe.
Rêber APO
Çavkanî: Isyana yekem