BELLÎNZONA- Li Bellinzona paytexta Tîcînoyê girseya gel bi pêşengiya ciwanên Tevgere Ciwanen Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li stasyona trenê ya Bellinzona li hev civiyan û bi pêşengiya tevgerên ciwanên kantona sosyalîst bi coşeke mezin çalakiya 1’ê Gulanê li dar xistin.
Meşa ku bi pêşengiya ciwanên Kurd pêk hat, ji gelê Kurd û dostên wan piştgirîyek mezin wergirt. Di meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û pankartên bi çepik û dirûşmên “Bijî Partîya Karkeren Kurdîstan”, “Bijî Serok Apo”, “Be Serok Jîyan Nabe”, “Ciwan Fedayî ye Reber Apo” û “Em. hemû PKKyî ne” bi Îtalî.
Çalakiya 1’ê Gulanê ku bi coş hate pîrozkirin, li qada 1’ê Gulanê bi çepikan bi dawî bû.