TEBQA – Îro danê sibê Desteya Ciwan û Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya El-Cerniye, broşurên li ser metirsî û ziyanên madeyên hişber belav kirin.
Li hemû kolan û taxên navçeya El-Cerniye hat belavkirin, û armanca wê pêşxistina mejiyê ciwanan û bilindkirina hişyariya wan bû ji bo kêmkirina vê diyardeyê û eşkerekirina bandorên wê yên ziyanker li ser mirov û laşê wan.