DUISBURG: Amadekariyên ciwanan ji bo Festîvala Çand û Werzîşê ya Ciwanên Kurdistanê ku wê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bê lidarxistin, dest pê kir. Turnuvayên futbolê ku her sal di çarçoveya Festîvala Ciwanên Kurdistanê de tên lidarxistin, bi beşdariya zêde ya ciwanan berdewam dikin.
Tûrnûvaya futbolê ya ku wê di 12’ê Gulanê de li bajarê Dûîsbûrg ê NRW ê Elmanyayê bê lidarxistin, wê li ser navê Şehîd Tavîn Tekoşîn bê lidarxistin. Tîmên ku dixwazin beşdarî turnuvayê bibin dikarin heta 10ê Gulanê qeyda xwe bikin.
Tûrnûvaya ku dê li Dûîsbûrgê bê lidarxistin, di navbera tîmên serîlêdanê de dê bi pêşbirkê bê kirin. Di nav tîmên ku dê di maçên nîvfînalê û paşê yên fînalê de bilîzin, tîma yekem ji bo şampiyoniya şampiyoniyê bi tîma welatên wek Almanya, Fransa, Belçîka, Holanda û Swîsreyê beşdarî Festîvala Ciwanên Kurdistanê dibin. ku wê di 25ê Gulanê de li Freiburgê bê lidarxistin.
Tê payîn ku 12’ê Gulanê roja Yekşemê ji bo turnuvaya futbolê ya bi navê Şehîd Tavîn Tekoşîn tê lidarxistin, tevlîbûnek mezin tê kirin.
Tîmên ku dixwazin beşdar bibin dikarin heta 10ê gulanê bi nimreya beşa têkilîyê serî lê bidin û der barê turnuvayê de agahiyên berfireh bistînin.
Dawiya serîlêdanê: 10.05.2024
têkilî (Whatsapp): +49 176 14932663
Dîroka Tûrnûvayê: 12.05.2024
10:00 danê sibê
Cih: Kampstraße 2a, 47166
Duisburg