DÊRIK – Bi sedan şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa li navenda Şehîd Bawer a bajarê Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata gerîla Viyan Helo (Îlham Seîd Mocîsî) ku 21`ê Nîsana 2024`an li Qendîlê şehîd bûye.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Fatme Hisên di merasîma sersaxiyê de axivî û got: “Malbata şehîd Viyan ji bo doza gelê Kurd li ser rêgeza Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya û hîna tê dikoşe. Dayika şehîd Viyan Nîştiman, di berxwedana li hemberî artêşa Tirk a dagirker de beriya 2 salan şehîd bû.”
Şêx Masûm Mihemed bi navê Saziya Olî ya bajêr axivî û got: “Şehîdan di oxirê azadiyê de û ji bo ku armancên gelan ên ewlehiyê û îstqirarê bi dest bixin, canê xwe feda kirin.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Viyan Helo hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.
Çavkanî: ANHA