NAVENDA NÛÇEYAN – Di we rojê di 28 sal berê de komploya yekemîn li hember Rêber APO hatiye kirin. Ev komplo binket, lê diyar kir hêzen faşîst û dagirker edî Rêber Apo wek şexs kirin hedef. Ji bo em vê komplo baştir fembikin em li dîrokê binêrin.
Di 1‘ê heya 15‘ê Gulanê 1996‘an de konferansa 4‘emîn a PKK’ê bi navê „Konferansa Rojhilata Navîn“ li Dibistana Navendî ya Partiyê hate lidarxistin. Di vê konferansê de pêvajoya têkoşîna dijwar a sala 1995‘an hatiye nirxandin û dersên praktîkî hatin wergirtin. Di heman demê de plana têkoşîna sala nû hatiye kirin. Di wê konferansê de, di 6‘ê Gulanê de êrîşê leşkerî yê dijmina qirker a faşîst pêkhat.
Kontragerîlayê Tirk li dijî Rêber APO êrîşêk sabotajê pêk anîn. Di wê êrîşê de otobûseke biçûk bi pênc sed kg teqemeniyê ve ji Wêranşarê di bin Şamê, li nêzîkê Dibistana Navendî ya Partiyê diteqinin. Lê ev teqîn li ser Rêber APO zêde bandor nekir, ji ber Rêber APO ne li mektebê bû.
Di we pevajoyê de Rêber APO û PKK’ê agirbest îlan kir û di hewldanên çareserî de bûn. Lê ev êrîş li ser Rêber APO û PKK ku di dîroka 6‘ê Gulanê, roja darvekirina Denîz Gezmiş û hevalên wî hatiyê pêk anîn, pêvajoya agirbest xilas kiribû.
Dewleta dagirker a Tirkiye bi xurtbûna PKK’ê ket nav hesabên tesfiyekirina Rêber APO û qedandina PKK’ê. Rêber APO di pareznameya Netewa Demokratîk li ser we komplo nirxandinek bi wî rengî kir û got:
“Herî dawî di komploya li dijî min a 6’ê Gulana 1996’an de (di vê komployê de Abdullah Çatli, Sedat Bucak û Şaredarê Wêranşarê Keleşabdioglu bi hev re rol girtin) bombeyeke hezar kîloyî hat teqandin û ev ji nîşaneyên vê demê ne.
Di nava Artêşê de dubendiya di nava koman de bêhtir kûr bû. Bi Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Îsmaîl Hakki Karadayî re (1994-1998) beşekî artêşê hewl da mesafeyekê bixe nava xwe û Gladîo’yê û ev jî encama vî şerê dîn ê vê demê bû. Ew bi xwe jî bêtesîr kiribûn. Şefên Gladîo’yê piştî tesfiyekirina Ozal û ekîba wî bi temamî bûbûn xwediyê desthilatdariyê.”
Pareznameya Pencemîn ya Rêber APO ye (Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Pirsgirêka Kurd û çarenseriya Netewa Demokratîk. Parastina Kurdên di nava pencê qirkirina çandî de)
Di 6’ê Gulana 1996’an de dema ku îstixbarata Tirk sînorên Sûriyê binpê kirin û bi awayekî neserkeftî êrişek bi wesayîteke bombebarkirî li dijî Rêber APO li Şamê pêk anî, planeke piralî ya hêzên navneteweyî dest pê kir.
Di dawiya meha Gulanê de li Biryargeha Navendî bi navê “Civîna 1’emîn a Konseya Leşkerî” civîna fermandarîyê hate kirin. Civîn êrîşê 6’ê Gulanê nîqaş kir û biryar da bersiva pêwîst bê dayîn.
Lê li hember we komployê û xeteriyê ku li hember Rêber APO derketiyê di nava PKK’de bi peşengtiya Hevala Zilan (Zeynep Kinacı) fedaitîtiya jin derket pêş. Rêber APO jî derbarê çalakiya Hevala Zilan digot:
“Herçiqasî hewldana reşkujiyê ya di 6’ê Gulanê de bi ser neketibe jî Zeynep Kinaci ya bi nasnav Zîlan li naveroka bi tehlûke ya vê hewldanê baş varqilîbû di 30’ê Hezîranê de li Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî û bi vê çalakiyê pêşî li taktîka sala 1996’an û riya serketinê vekir. Ji ber ku taktîka hundir xetimîbû û ji derve îmha dihat ferzkirin.”
Gerîlaya Jina Kurd Zîlan (Zeynep Kınacı), li navenda Dêrsimê ji her aliyê ve çalakiyeke fedaî ya serkeftî pêkanî. Yekîneyeke leşkerên TC’yê dema di îçtîmayê de bûn kire hedef û tasfiye kir. Cara ewil e PKK´ê bi vê şêwazê çalakir dikir. Ji ber serkeftina çalakiyê û ji hêla gerîlayeke jin ve li darxistina çalakiyeke wiha mohra xwe li pêvajoyê xist. Çalakî hem dibû şêwazeke nû, hem jî li dijî êrîşê 6’ê Gulanê dibû bersiveke serkeftî. Bi vî awayî rêxistinbûna jina azad û artêşbûna gerilaya jin vediguherî rastiyekê. Rêber Abdulah Ocalan vê rewşê ji her aliyê ve nirxand, diyar kir ku Zîlan “Qanûna Jiyana Azad e” û “Xwedawenda Azadiyê ye.” Dîsa got “Zîlan fermandar e, em jî şervanê wê ne.”
Piştî wê êrîşê dewleta dagirker a Tirk ser neket vê carê gef li Sûriyeyê xwar û zexta derketina Rêber APO ji Sûriyeyê kir û bi dewleten derve gelek hevdîtin pêk anîn. Dewleta dagirker a Tirk leşker li ser sînorê Sûriyeyê bi cih dikirin û gefa êrişê dixwar. Rêber APO wê demê got “Ez naxwazim Sûriyeyê tengezar bikim ku ev 19 sal e malovaniyê ji min re dike. Ev yek dê bêrûmetî be.” û di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket.
Di domandina we komployê di 15’ê Sibatê 1999’an de Rêber APO li Kenyayê ji dil hatiyê girtin û heya îro di 25 salan de li pergala tecrîd û işkenceyê li hember hêzen faşîst a dagirker a Tirkiyê û hêzen komploger û emperiyalîst ya NATO’ye berxwedide.