BERLÎN- Li cîhanê her ku diçe zêdetir xwendekar êrîşên dagirkeriya Îsraîlê yên li ser Filistînê protesto dikin. Bi taybetî li DYA’yê li ber avahiyên zanîngehan kampên protestoyî tên vekirin. Her wiha li dijî xwenîşandanên dawîn jî ji aliyê xwepêşanderên faşîst ên alîgirê Îsraîlê ve êrîşên tund hatin kirin.
Duh bi dehan xwendekar li Berlînê li ber deriyê Zanîngeha Humboldt çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwendekaran dewleta Îsraîlê bi qirkirina gelê Filistînê sûcdar kirin û piştgiriya Elmanyayê ya ji bo êrîşan şermezar kirin. Polîsan êrîşî ciwanên ku xwepêşandan dikirin kirin û 38 kes hatin binçavkirin.
Wezîra Perwerdehiyê ya Alman Bettina Stark-Watzinger ji tirsa ku xwepêşandan bigihîje astên mîna yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYA), bang li zanîngehan kir ku li dijî “kiryarên dij-îsraîlî û antîsemîtî” tevdîrên tundtir bigirin û, wek nimûne “bi taybetî rewşên giran de” xwendekaran ji zanîngehan bavêjin.