NAVENDA NÛÇEYAN – Di 4’ê Gulana 1970’an de bi qasî 2000 xwendekar li qada Zanîngeha Kent State ya eyaleta Ohio, li dijî dagirkirina Kamboçya ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî beşek ji Şerê Vîetnamê, ku Serokdewlet Nixon di 30’ê Nîsanê de ragihandibû, çalakiya protestokirinê li darxistin.
Di saetên nîvro de, ferman hat dayîn ku parastina niştimanî xwenîşandanê belav bike. Gelek caran gaza rondikrêj avêt ser girseyê bêyî ku bi ser bikeve. Di saet 12.24’an de leşker derketin ser girekî, vegeriyan û 67 gule li girseyê reşandin.
Di encama gulebarana leşkeran de 4 xwendekar hatin qetilkirin û 13 kes jî bi giranî birîndar bûn. Heya niha ti kes ji qetlîamê berpirsyar nehatiye dîtin.
Komkujiya li Zanîngeha Kent State bû sedema pêleke protestoyan li seranserê welêt, ku gelek bawer dikin ku xilasbûyina kariyera siyasî ya Nixon bû.