LÛZERN – Tûrnûvaya futbolê ya li ser navê Şehîd Dijwar Tolhildan li Luzernê hat lidarxistin dest pê kir. Tîma ku bi ser ket dê di Festîvala Ciwanên Kurdistanê de ku dê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Almanyayê bê lidarxistin, bileyizin.
Ciwanan beriya destpêkirina tûrnûvayê şampiyoniya Amedsporê bi govend û stranan pîroz kirin. Pişt re piştî ku tîmên turnuvaya futbolê hatin diyarkirin, daxuyaniya çapemeniyê hat xwendin.
Turnuvayê di şexsê şehîd Dijwar Tolhildan de li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê bi 1 deqîqe rêzgirtinê destpê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûd hate xwendin.
Endamê TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) Yusuf Amed wiha axivî;
“Berî her tiştî em hemû hevalan silav dikin û turnuvaya futbolê ya ciwanan a Şehîd Dijwar Tolhildan bi awayekî fermî li dar dixin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bi taybet şehîd Dijwar Tolhildan bi bîr tînin.
Rêber APO zêdetirî 26 sal û 37 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye û tu xeber jê negirtine. Îro ji bo Rêber APO li 4 parçeyên Kurdistanê hemleyek hatiye destpêkirin. Ev pêngav pêngava “Ji Rêber APO re, Ji Pirsgirêka Kurt re Çareserî” ye.
Em turnuvaya xwe di çarçoveya vê pêngavê de li dar dixin û bi vê turnuvayê em ê tevgera xwe hîn xurtir bikin û Rêber APO bigihînin azadiya fîzîkî.”
Piştî daxuyaniya çapemeniyê dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Ciwan Fedaiyên Rêber APO”, “Şehîd Namirin” hatin qîrîn.
Turnuvaya futbolê bi hemû coş û heyecana xwe dewam dike û tê plankirin ku danê êvarê saet 20.00’an dewam bike.