NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Azadiya Kurdistanê li Amedê kamera û sensorên dengê artêşa Tirk a dagirker îmha kirin, li Misirc a Sêrtê jî li dijî polîsên Tirk çalakiyek li dar xistin.
Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 2’ê Gulanê de li herêma Şehîd Kendal ku yek ji gundên Amedê ye, kamera û sensorên deng ên artêşa Tirk a dagirker tespît kirine, rûxandine. Hat zanîn ku cebilxaneya navborî ji bo tesbîtkirina tevgera gerîlayên azadiya Kurdistanê li herêmê hatiye bicihkirin.
MAK’ê da zanîn ku li dijî operasyonên îmhayê yên artêşa Tirk a dagirker li Amed, Mêrdîn, Botan û Dêrsimê çalakî li dar xistine.
LI SÊRT LI DIJÎ POLÎSÊN ÎŞKENCEYÊ ÇALAKIYAN
Hat ragihandin ku di 1’ê Gulanê de li Taxa Garzan a navçeya Misirc (Kurtalan) ya Sêrtê li dijî mala polîsê Tirk ê îşkencekar Huseyîn G. E ku li Taxa Garzanê ye, bi bombeya destan êrîşek hatiye lidarxistin. Li gorî daxuyaniya MAKê, di encama teqînê de ziyana madî di mala polîsên Tirkiyê de rû daye.