ROTTERDAM – Tûrnûvaya futbolê ya Şehîd Çekdar Canfeda Med ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Şehîd Canfeda Med Benelux ve tê organîzekirin li Rotterdamê pêk hat.
Turnuva bi beşdariya tîmên Amsterdam, Denhaag û Belçîkayê hat lidarxistin. Beriya ku turnuva dest pê bike, di şexsê şehîd Baran Mawa de li ser navê hemû şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Li dû kêliya rêzgirtinê endamên TCŞ’ê Çiyazan Tolhildan û Agir Med li ser girîngiya turnuvayê axaftin kirin.
Di axaftinan de, di modernîteya kapîtalîst a îroyîn de xerab bikaranîna werzîşê û çawa divê ciwan li ser futbolê tevbigerin, hatin axaftin.
Piştî axaftinan ciwanan dest bi turnuvayên xwe kirin. Di encama pêşbirkê de tîma Antwerpenê ya ji koma Belçîkayê mafê lîstina Festîvala Ciwanên Kurdistanê ku 25ê Gulanê li bajarê Freiburg ê Almanyayê tê lidarxistin, derket.