QAMIŞLO – Di van deqeyan de Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li ser mijarê rola jinên ciwan di înşahkirina netewa demokratîk de despêkir. Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansê xwe li ser pêşengiyan jinên ciwan di şoreşa jinê de di bin silogana “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” bi amadebûna nêzî 200 jin li dar dixe. Ji hemû heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegeyên Yekîtiya Jinên Ciwan li Warê Ciwanan (Medinê Alşebab) a bajarê Qamişlo kom bûnê. Li kêlekê vê ji hemû saziyên jin ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegê tevlî konferansê dibin.
Di despêke de hat diyar kirin ku ev konferans diyarî Rêber Apo hat kirin ku ev fikr afrandiye û ji hemû şehîdên şoreşê re ku ji bo avakirina vê sîstemê canê xwe feda kirin. Taybet Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Weid El Xelûf ku di xebatê jinên ciwan de cihê xwe girtibûn û ji bo afirandina sîstema jinên ciwan kedekê mezin dan, ev konferans atifî wan hevalan dikin.
Konferans bi deqayek rêz girtin ji bo bîranîn tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Li ser navê koordînasyona Jinên Ciwan axaftîna vêkirinê hat kirin û konferans hat pîroz kirin. Piştî vê sinevisyonek bi nirxandinên Rêber Apo li ser girîngiya rêxistinbûna jin û sîstema Konfedralîzma jin hat temaşe kirin. Di nirxandinê de Rêber Apo bal dikşîne li ser têkoşîna azadiyê û wiha dibeje:
“Gelo emê keçikan çawa bidin jiyîn? Ev bi pereyan nabe, pere zordestî ye. Mal û milk kirin e û bûyereke ku her dem li dijî jinê tê bikaranîn e. Ger gengaz be, divê jinên me jî xwe nas bikin û bibin xwedî nasnameyê. Divê jin xwe rêxistin bikin. Madem hûn jiyaneke ku xwe dispêre wekhevî û azadiyê dixwazin, wê demê divê hûn bedelê wê jî bidin. Di mijara azadiya jinê de heya îro gelek xebatên me yên girîng çêbûn. Ji vir û pê ve jî wê ev xebatên me bidomin. Di mijara jinê de du tiştên ku em dixebitin bikin hene û ev her du jî gelek girîng in. Ya yekem: di aliyê bîrdozî, fikir de azadiya jinê û bihêzbûna jinê ye. Di aliyê bîrdozî de pir zêde kamilbûna jinê ye. Ya duyem: jin bixwe bikaribe rêxistina xwe ava bike, xwe bigihîne rêxistinbûna xwe, xwe gihandina asta azadiya xwe ye. Ger jin di van her du mijaran de bikaribe rê bigire, encax bikaribe di qada azadiyê de gavên girîng bavêje. Li gor min; bêyî azadiya jinê, ne gengaze ku şoreşa civakî û azadiya civakê pêk were.”
Konferans bi niqaş li ser sîstema netewa demokartîk û taybet li ser rola jinên ciwan di înşahkirina vê sîstemê de dewam dike. Di dawiya konferansê de wê daxuyaniyekî were dayîn û bi reya encamnameyekê encamên konferansê werin ragihandin.