QAMIŞLO – Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li ser mijarê rola jinên ciwan di înşahkirina netewa demokratîk de berdewam e. Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansê xwe li ser pêşengiyan jinên ciwan di şoreşa jinê de di bin silogana “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” bi amadebûna nêzî 200 jin li dar dixe. Ji hemû heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegeyên Yekîtiya Jinên Ciwan li Warê Ciwanan (Medinê Alşebab) a bajarê Qamişlo kom bûnê. Li kêlekê vê ji hemû saziyên jin ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegê tevlî konferansê dibin.
Fikrên Rêber Apo li ser netewa demokratîk di asta navnetewî de belav bûyê û bala jinên ciwan ên cihanê dikşîne. Girêdayî vê jinên ciwan ên di deverên cûr bi cûr ên cîhanê bi rêya dîmen silavên xwe ji konferansê re şandin û nêrînên xwe anîn li ser ziman. Ji Başûrê Kurdistanê, Şengalê, Ewrûpa, Misirê, Afganistanê û Kenya peyam hatin.
Di peyamên xwe de jinên ciwan ev konferans taybet li Rêber Apo pîroz kirin. Bal kişandin li ser tecrîdê ku li Îmraliyê dewam dike û ev sê salên ku ti agahiya ji Rêber Apo nîne. Her wiha, anîn li ser ziman ku serkeftin di şerê li hemberî hezên hegemon de bi heza gelê rêxistinkirî muhmkun e. Ev jî taybetî bi pêşengtiya jin pêkane. Jina Ciwan a ji Kenya, Afrîka, diyar kir ku careseriya krîza cihanî a ku sîstema kapîtalîst berpirsiyar e, sîstema netewa demokratîk e, ku li ser esasê civakekî demokratîk, ekolojîk û azadiya jin tê afirandin.