QAMIŞLO – Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan li ser mijarê rola jinên ciwan di înşahkirina netewa demokratîk de bi encamnameyekî bi dawî bû. Îro Yekîtiya Jinên Ciwan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansê xwe li ser pêşengiya jinên ciwan di şoreşa jinê de, di bin silogana “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve” de, bi amadebûna 150 jin li dar xist. Ji hemû heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegeyên Yekîtiya Jinên Ciwan li Warê Ciwanan (Medinê Alşebab) a bajarê Qamişlo kom bûnê. Li kêlekê vê ji hemû saziyên jin ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê delegê tevlî konferansê bûn.
Di serî de deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê hat rawestîn. Piştî wê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan konferans û mijarên wê hatin pêşkêş kirin, sînevîzyonekî derbarê nirxandinên Rêber Apo û peyamên navnetewî yên jinên ciwan hatin temaşekirin. Her wiha nîqaş ji beşdaran re hat vekirin û di dawiyê de bi daxuyaniyekî bi zimanên erebî û kurdî encamên konferans hatin parvekirin. Peyamekî silavkirina tekoşîna jinên Keniyayê jî hat xwendin.
Encamname wiha ye:
“Konferansa di pêşengiya Yekîtîya Jinên Ciwan a rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de ku bi şîara “Bi jin, jiyan, azadî ber bi şoreşa jinê ve”, di dîroka 6.5.2024 hate lidarxistin, û bi tevlîbûna 150 delegeyî ji Sûriyê û bi hemû pêkhateyên xwe û bi tevlîbûna rêxistinên û kesên ku lêgerîna wan ya alternatîfa dijî sîstema kapîtalîst heye ji Rojhilata Navîn û cîhanê beşdarbûna konferansê çêbû. Konferans li ser du rojevên esasî hate li dar xistin: ya yekemîn neteweya demokratîk û konfedralîzma jin, ya duyemîn: rol û misyona jinên ciwan di avakirina neteweya demokratîk. Rojeke ev konferans ku di ronahiya felsefeya Rêber Apo de dirêjahî pêda.
Li ser van esasan konferansa me gihişt nêrîn û biryaran:
Ji bo Rêbertî
Nirx û hêza herî bi wate ya azadiya jin Rêber Apo da, di vê bingehê de perspektîf û neqşerêya şoreşa jinê da diyar kirin, bi nêrîna estetîk ji fikir hetanî xwe parastina aktîf (arteşbûna jin) û ji beden heta xwe rêxistin kirin bingehekî xwe da avakirin. Li ser vî esasî xala ku jinên ciwan ji bo xwe bikin tekoşîna azadiye û qibleya azadiyê jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Di vê çerçoveyê de:
1- Di bingeha hemû xebat û fikrandina xwe de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo esas digre;
2- Di bin dûrişmeya kampanya “jin, jiyan, azadî, serbixe azadî” de ji Sûrî heta Rojhilata Navîn cepheke ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were rexistin kirin;
3- Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, li ser esasê li dijî spora ku pêvgirêdan çêdike û pergala mijandinê kûrdike wek alternatîf di bingeha civakên bi tendirûst, exlaqî û polîtîk li ser asta rojhilata navîn tûrnûva sporê yê jin were rêxistin kirin, li rojava were kirin.
Ji bo tekoşîn û avakirina pergala jinên ciwan
Jinên ciwan ji bo pêşdebirin û serxistina şoreşa jin 5 rêgezên birdozîya azadiya jin ji xwe re esas digirin, di vê bingehê de neqşerêya xebatê xwe dide diyar kirin
1- Di avakirina sîstema konfederalîzma jin de aktîf rol digirê ser milê xwe û pêşengtî jêre dike
2- Ji bo avakirina konfederasyona jinên ciwan yên sûrî xêbatê pêwîst were pêşxistin
Silav û rêzên şoreşgerî
Yekîtiya Jinên Ciwan
6.5.2024″