QAMIŞLO – Îro belgefîlm a “Jinwar” ku ji aliyê Komîna Film a Rojava ve hat amade kirin, derbarê gundê bi eynî nav a ku bi kedê jin û ji bo jin hat avakirin, hat nîşandan. Nîşandana film li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner a Qamişlo hat li darxistin.
Bi sedan kes hatin ji bo temaşekirina filmê. Her wiha, derhinera filmê Nadya Derwiş tê de amade bû û qala çêkirina filmê û wateyê wê kir. Di dawiyê de spasiya her kesên amade kir û bi taybetî ji şehîdan ku dixwest ev film were çêkirin û hemû şehîdên doza azadiyê bibîranî. Di dawiyê de diruşmeya “Şehîd Namirin” hat berz kirin