NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê Zulkuf Gezen daxuyaniyeke nivîskî da û got, “5’ê Gulanê saet di 01.00’an de me weke Milîsên Zulkuf Gezen li rawestgeha otoparkê ya ku wesayîtên servîsê yên Wezareta Edaletê tê de bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li ser rêya D 100 ya navçeya Kocaeli/Kartepeyê ne. Di şewata ku di encama çalakiyê de derket, nêzî 17 wesayîtên serwîsê hatin rûxandin û bi dehan jî zirar dîtin.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gelê me yê şoreşger ê welatparêz di rojên dawî de ji ber zêdebûna operasyonên siyasî yên li metropolan û Kurdistanê dîl tê girtin. Hûn ê li hemberî van girtinên tu kes nabînîn ku keyfî çok bikê yan jî paşde biçe. Tu êrîşên we wê nikaribin qulên ku me di dîwarên faşîzmê de vekirine bigire. Ev çalakî ji bo tolhildana êrîşên faşîst ên artêşa Tirk a dagirker ku li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîlayên me yên azadiyê û li dijî polîsên Tirk li dijî sivîl, siyasetmedar û saziyên me pêk anîne, hatiye kirin.”