NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên ku xwendekarên li zaningehên DYE destpêkir li gelek zaningehên Ewropayê belav bû. Li Hollandayê xwendekar ji bo piştgiriya xwe ya bi Xezayê re bidin nîşandan, li kampûsa Zanîngeha Amsterdamê qamp ava kirin.
Xwendekarên ku li kampûsa Roeterseilandê bi kon vedanê qamp ava kirin, daxwaz kirin ku rêveberiya zanîngehê bi saziyên girêdayî Îsraîlê re kar neke. Piştî 16 seatên çalakiyê polîsan mûdaxaleyê xwendekaran kir. Polîsan êrîş bir ser xwendekaran û gelek xwendekar hatine binçavkirin.