ŞENGAL – Doh ciwanên Şengalê bi seyranekî li hev kom bûn. Nêzîkî 80 ciwanên ji gundên cuda di wir de amade bûn.
Ciwanan, him bihevre aktiviteyên spor kirin him jî bi hev re dahurandına Rêber Apo ya bi navê “Evîn û Jin” xwendin. Ser esasê ku sîstem çawa Evîn dike amûra desthilatdariyê û li ser zayendperestiya civakî nîqaş hatin meşandin. Piştre li ser bandorên vê şaştêgihiştinê yên li Şengalê , ciwanan nêrîna xwe dan. Di niqaşan de hate parvekirin ku li Şengal, zewacên di temenên biçûk de hîn jî pir zêde ne. Ji zû de, tekane paşeroja ku ji bo jinên ciwan dihat diyar kirin ew bû ku xwedî zarok bin û karên malê di xizmeta mêrên xwe bikin. Lê ev hım di peşiya jin de him jî di peşiya xort de dibe astengiyek mezin ku nikaribe azad bibe.
Niqaş ser pirsa ”Evina rast çî ye û berî her tiştî mirov vê Evînê rast çawa bike pratîkê û di civaka xwe de pêş bixe” hate berdewamkirin. Diji zewacên temen pîçuk û evina şaş, biryardariya tekoşineke bihevre derket pêş.
Ber bi dawîbûyîna seyranê ciwanan li hev kombûn û bi sloganan dilan geriyan.
Seyran bi coşekî hate xilaskirin.