NAVENDA NUÇEYAN- Hejmara Gulan-Hezîranê ya kovara Ciwanên Welatparêz ku du meh carekî ji bo ciwanên Bakûr û li Tirkiye tê li derxsitin bi dirûşmeya “Em Bibin Xakî, Bi Rêbertiyê re bibin yek” derdikeve pêşberî xwendevanan e.
Di vê hejmara nû ya kovarê de nivîs û naverokên cûrbecûr benda xwendevanên xwe ye.
Naveroka kovarê wiha ye:
Perspektîfa Rêber Apo bi sernavê “Jiyana li gorî pêwîstiyên şehadetê ji hemû jiyanê zehmetir e.”
Perspektîfên Ciwan û Jinên Ciwan di kovarê tekez dikin ku ruhê demê divê çawa be.
Di beşa jiyana gerîla de “Nirxên Şoreşgerî” û “Şervaniya Şehîd Rojhat” hatin nivîsandin.
Di beşa nirxandinê de “Yên ku hebûna wan tune ye nikare bibe xwedî azadiyê”, “Hişmendiya me ya welatê me wate û exlaqê me ye”, “Rêbertî navê fedekariyê ye”, “Têkoşîna 1’ê Gulanê mezin bibe”, “Tevgera 1’ê Hezîranê û Şerê Gel ê Şoreşgerî” û “Rastiya Virtual paradoksa mirovî ya çêkirî ye” di bin sernavên jêrîn de cihê xwe di kovara de digire:
Di beşên “Kurdistan û Dîrok” û “Çand û Huner” de hûn ê li ser têkoşîna Sosyalîst a Tirk, bajarê Dêrsimê û gotarên li ser Şehîd Mizgîn agahî bibînin.
Hûn dikarin li ser navnîşanên jêrîn xwe bigihînin Gulan-Hezîran û hemû hejmarên kovarê.