KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan konferansekî bi navê “Ciwan û Rêbertî” li darxistin. Bi sedan xort û jinên ciwan li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido beşdarî konferansê bûn.
Konferans bi deqayekê rêzgirtin ji bo giyana şehìdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hatin xwendin. Di perspektîfan de Rêber Apo rol û misiyona ciwanan diyar dike.
Piştre nîqaş derbarê sekna ciwanan di xeta Rêber Apo de hat vekirin. Her wiha, rêyê parastin û bilindkirina destkeftiyên şoreşa Rojava hat nirxandin.
Di dawiyê de ciwanan wêneyên Rêber Apo hildan û diruşmeya “Azadî ji bo rêberê netewî” hat berz kirin.