NAVENDA NÛÇEYAN – Strana “Elefterya” ya ku ji bo bîranîna şehîd Elefterya Hembî hatiye çêkirin, bi hevkariya Koma Mûzîkê ya Elefterya û Jinên Ciwan ên Komîna Enternasyonalist îro hat weşandin.
Ji bo bîranîna Şehîd Eleftheria, aktîvîstên enternasyonalîst, stranbêj û hunermendên ciwan, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst, Komuna Enternasyonalîst, Navenda Çand û Hunerê ya Dêrikê, Tevgera Jinên Çandî Hîlala Zêrîn û Orkêş Studio hatin gel hev û bi vê xebatê hewl dan hest û têkiliya xwe bi rêhevalên xwe re bînin ziman.
Vîdyo klîba strana ku bi almanî û îngilîzî hatiye gotin hat weşandin.
Komîna Ciwanên Enternasyonalîst a Rojava der barê strana Şehîd Elefterya de ev tişt gotin:
“Hevala me Eleftheria Hambi (Eva Maria Steiger) bû pêşenga jinên ciwan, aktîvîstên ekolojîk û antî-faşîstan. Ji destpêka têkoşîna xwe ya li dijî îstîsmarkirin û wêrankirina xwezayê ya li Bakurê Ewropayê, li dijî hêzên mirinê yên bi navê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ku ji aliyê heman hêzên kapîtalîst ên ku xwezaya vê gerdûnê wêran dikin, tê meşandin, berdewam kir. Ji bo azadî, hêvî û pêşerojeke geş bi hilkişîna çiyayên azad ên Kurdistanê bû milîtanê modernîteya demokratîk.
Bi qasî ku kesayet û têkoşîna wî cihêreng bû, rêyên bibîranîn û vekirina ji bo kesên ku têkoşîna wî domandin jî bi heman rengî cihêreng û rengîn bûn. Rêhevaleke ku di kesayeta xwe de xetên cuda yên berxwedanê (berxwedana ekolojîk, azadiya jinê, têkoşîna li dijî faşîzm û kolonyalîzmê) bi hev ve girêdide û ji ber vê yekê mînaka şoreşgereke tevayî ye.”
Naveroka stran bi vi rengî ye:
Pêdiviya me bi şoreşeke mirovî heye.
Û em sibe ne hewce ne, em niha hewce ne.
Xwe biparêzin,
Li berxwebidin.
Li hemberî komira di vê welatê de
li ser Barikatan, li ser Barikatan
Xwe biparêzin,
Li berxwebidin.
Li hemberî komira di vê welatê de
li ser Barikatan, li ser Barikatan
Xwe biparêzin,
Li berxwebidin.
em bejna xwe li hemberî te ditewînin,
Şehîd Elefteriya Hambî
têkoşîn û fedekariya te ji bo azadiyê,diyariyeke ji bo hemû jinan.
ji bo hemû gelan,ji bo jiyanê bi hemû şiklên xwe.
Tu tirêjekî rojê yî, di nava Jinên Azad
Emê têkoşîna te di daristanê de bînin bîra xwe.
Cihê ku insan li hemberî wan darên mezin ewqasî picuk xuya dikin.
Veşartî di nava şînkahiyê û di nava hezaran daran de,
dengê wan mîna pispiskirinekîya xişxişa ba û pelan
dema hevalan bi şev hatin, di taritiyê de,
piştî ku agir berdan amurên dijmin.
Tu ferî jiyana bi xwezayê re buyî.
Te Erdê weke stargehekî zindî didîtû te gav avêt ji bo têkoşîna ji bo wê,
ji bo gel, ji bo jiyanek bi rumet
te êrîşên li ser xaka Kurdistanê,weke êrîşekî li ser welatê xwe didît
û şoreşa Rojava weke şoreşa hemû mirovahîyê.
Dilê te hemû dunyayê hembêz dikir.
Te ti carî ji bîr nekir tu ji ku derê hatî,
û te berê xwe da ku.
“Heta ku hemû azad nebin kes azad nabe”,
Te li gorî vê felsefeyê jiyan kir.
Bi destên xwe ve te ala Daesh li Deir-ez-Zor derxist.
Te gav avêt ji bo têkoşînê.
Tu buyî abîdeyê civakê,
abîdeyê jinê û hevaltiyê.
Tê reya çiya hilbijart,tu ji nû ve ji dayik bûyî di nava Gerîla de.
Di bin ateşa dijmin de,di tunel û şikeftên Garê de.
Te dayîka xweza parast û ew te parast.
Siya lûtkeyan di şevên tarî de bûne nîşana rêya te.
di nav gelî û girên de
Jiyana te rêwîtiyaji bo çavkaniya azadiyê ye.
Jiyana te êrîşekî li serkokên desthilatdariyê ye,
şerekî li hember baviksalerîû metingerî ye.
Tu hilkişiyayî çiyayên Mezopotamiyayê.
Te cihê ku şaristanî lê destpêkir,
û cihê ku niha diwarên cihana kevn hildiweşin.
Jiyana te rêwîtiyaji bo çavkaniya azadiyê ye.
Cihê ku xweşîkbûn ji nû ve avadibe.
Cihê ku çiyayan şoreşê di zikê xwe de mezin dikin.
Emê bi hemû hêza xwe ya heskirinê tola te hillînin.
Emê bi her guleyekî li hemberî faşîzme tola te hilînin.
Emê bi her agirek li hemberî kapitalizmê tola te hilînin.
Emê bi jiyana ku em avabikin tola te hilînin.
Emê tola de hilînin, heval Elefterya,
weke ku te tola me hemuyan hilanî.