CENEVRE – Çalakiya azadiyê ya ku di 25’ê Çileya 2021’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Rêber APO li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, vê hefteyê jî di meha 40’an de dewam kir.
Çalakiya bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) di şexsê şehîd Hakî Karer de ji bo şehîdên meha Gulanê bi 1 deqîqe rêzgirtinê destpê kir.
Piştî deqîqeya rêzgirtinê li ser navê TCŞ’ê Ramazan Amed axaftinek kir.
Ramazan Amed diyar kir ku Tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin, li ser hemû gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tê meşandin e û wiha got; “Xwepêşandana me ya li Cenevreyê zêdeyî 3 sal in didome. Zêdeyî 38 meh in em ji Rêber APO xeber nagirin. Bi ti şert û mercî destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heta ku Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî bi dest nexe wê çalakiya me bidome.”
Ramazan Amed CPT û saziyên din ên ku li sê meymûnan dilîzin rexne kir û got, “Ev banga me ji NY, CPT û Konseya Ewropayê re ye, li dijî daxwazên dewleta Tirk a faşîst derkevin, erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”
Ramazan Amed diyar kir ku divê gelê Bakur, Başur, Rojhilat û Rojava bibin dengê Rêber APO, lanet li PDK’a ku li ser xeta îxanetê ye kir û got, “Amed: Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji hevkariyê berde. bi dewleta Tirk a faşîst re xiyanetê li gelê Kurd bike.”
Piştî axaftina Ramazan Amed daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê TCŞ’ê Ramazan Qoser ve hat xwendin.
Kurdistanî û dostên wan ên bi dirûşmeyên lanetkirina dewleta Tirk a faşîst, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li dijî nûnertiya NY’ê protesto kirin.