NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara Gulan-Hezîranê ya Kovara Yurtsever Genç Kadın “Jinên Ciwan a Welatparêz” ku ji bo jinên ciwan ên Bakur û Tirkiyeyê 2 mehan carekê derdikeve, bi temaya “Haqîqat” rastî xwînerên xwe tê.
Kovara ku bi şîara “Di serdema Zîlanbûyin û Haqîbûyîn de bi Rêbertiya azad re hevdîtin pêk were” bi gelek naverok û nivîsên jinên ciwan li cem we ye.
Di çarçoveya mijara heqîqetê de, heqîqeta fedaî ya 30’ê Hezîranê û heqîqeta Gulanê meha şehîdan, bi gelek gotar, analîz, nirxandin û nêrînan pêşkêşî we xwendevanên hêja dikin. Perspektîfa Rêbertiyê ya bi navê “Çalakiya gel a bi nasnameya azad e” û perspektîfa jinên ciwan a bi navê “Bi ruhê Zîlan Fedaî em ber bi serketinê ve bimeşin” di vê pêvajoyê de dibe rênîşanek ji bo jinên ciwan. Di beşa dosyayê ya kovarê de du nivîsên cihê hene, rastiya fedakariya Şehîd Rojbîn Arap di beşa portreyê de cih digire. Di vê hejmarê de nivîsên Roşan Semsûr û Raperîn Munzur jî cih digirin. Kovara “Yurtsever Genç Kadın” wê bi naveroka xwe ya dewlemendtir û mijarên cuda li gel we xwendevanên xwe be.
Hûn dikarin li ser navnîşanên jêrîn xwe bigihînin kovarê:
https://www.jinenciwan8.xyz/
https://t.me/yurtsevergenckadin
PDF: