NAVENDA NUÇEYAN – Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, her diçe zêdetir dibe. Çavkaniyên HPG’ê diyar dikin ku dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst ji 16’ê Nîsanê ve li ser Metînayê êrîşeke dagirkeriyê ya nû daye destpêkirin. HPG’ê bîlançoya şer a meha Nîsanê jî eşkere kir. Tê dîtin ku êrîşên dewleta Tirk ên hewayî û bi çekên qedexekirî (bombeyên taktîk nukleer û kîmyewî) zêde bûne. Diyar e di vî alî de piştgiriyeke girîng ji DYE û NATO’yê wergirtiye.
Li dijî vê yekê di dawiya meha Nîsanê û serê meha Gulanê de, gerîla çalakiyên bi bandor lidar xistin. Tê fêmkirin ku bi taybetî di çalakiyên gerîla yên li dijî hêzên dagirkeran ên li Metînayê de, derbeyên girîng li keriyên AKP-MHP’ê ya faşîst hatine xistin. Berdevkên HPG’ê diyar dikin ku di her çalakiyê de li bi dehan çeteyên faşîst tê xistin. Her wiha tê gotin ku gerîlayan derbe li helîkoptereke Skorsky a ku xwestiye li qadên dagirkeriyê yên nû dakeve xwarê, xistiye. Diyar e ku gerîla li dijî her cure êrîşa dagirkeriyê, bi lehengî li ber xwe dide.
Di rewşa heyî de êrîşên dagirkeriyê yên hatine destpêkirin, pir dijwar in û ne di wê asta ku wan tevahiya zivistanê qalê dikir de ye. Yanî bi vî rengî rêveberiya Tayyîp Erdogan armanca xwe ya ku heta Havîna 2024’an danî pêşiya xwe, yanî “bi temamî PKK’ê li Bakurê Iraqê tune bike” nikare pêk bîne. Em “tunekirina PKK’ê” deynin aliyekî, eger piştgiriya xiyaneta PDK’ê nebe nikare li cihên dagirkirî jî bimîne. Eger hinekê bandoriyekê nîşan dide, ev rewş bi temamî bi piştgiriya PDK’ê ye.
Îcar rêveberiya Tayyîp Erdogan wê çi bike, yan jî plan dike ku çi bike? Wisa tê fêmkirin ku ji serdanên xwe yên Iraq û Hewlêrê encama ku dixwest, bi dest nexistiye. Yanî nekariye bi pêşengiya xwe armanca xwe ya “avakirina hêzeke muşterek” a ji hêzên Iraq, PDK, YNK û Turkmenan pêk bîne. Dîsa mîna berê çeteyên Turkmen û PDK pê re ye. Iraq û YNK’ê nîşan da ku ji dervey “qebûlkirina herêma tampon” ti piştgiriyeke leşkerî, nade. Ya dimîne şûnde, zêdebûna bazirganiyê û “Projeya Rêya Pêşketinê” ya navdar e.
Têra xwe nirxandin li ser vê “Projeya Rêya Pêşketinê” hatin kirin. Hinekan got, ev “projeya dagirkirina Iraqê jî ye”. Hinekan got, “kemîneke ku ji bo Iraqê hatî danîne.” Bê guman aliyên van pênaseyan hene ku mirov lê baldar be. Hat gotin ku wê gelek dewletên Ereb tevlî vê projeya qaşo bibin. Lê Quweytê di kêliyê de red kir û diyar kir ku “wê di projeya navborî de” cih negire. Herhal ji dervey Tirkiye û Iraqê, Qatar jî heye. Ji vî alî ve zêde pêkan naxuyê ku rojeva navborî bibe projeyeke rêya enerjiyê ya alternatîf û nû. Bê guman Tayyîp Erdogan dixwaze wiha çêbibe û DYE-Îsraîl-Siûdî ji projeya rê re bibe alternatîf û derdora xwe bi vî rengî agahdar dike. Lê ev rewş ji projeya rêya bejahî ya Azerbaycan-Tirkiyeyê ku hewl tê dayîn li ser Qerebaxê re bê derbaskirin, hîn lewaztir e.
Wê demê rêveberiya Tayyîp Erdogan çima evqas li ser vê projeyê israr dike? Dibe ku beşekê vê têkildarî xwesteka pêşxistina bazariyê ye. Ji ber ku pêdiviya Tirkiyeyê gelekî pê heye ku bi Iraqê re bazirganiyê zêde bike. Bi taybetî jî pêdiviya wî gelekî bi petrolê heye. Lê dikare bêyî projeyekî wiha jî vê pêdiviyê pêşwazî bike. Lewma divê armanca esas a vê projeyê cuda be. Divê mirov vê armanca esas jî têkildarî êrîşên dagirkeriyê û şer binirxîne.
Bi taybetî pir girîng e ku mirov li zemînê plana “Projeya Rêya Pêşketinê” binêre. Rêya tê xêzkirin, dikeve başûrê Başûrê Kurdistanê û hema bêje Başûrê Kurdistanê ji başûr ve dorpêç dike. Eger ev rê were çêkirin û pêk were, pir eşkere ye ku bazirganiya Deriyê Xabur a ji aliyê PDK’ê ve tê rêvebirin, wê pir lewaz be û Başûrê Kurdistanê wê zirareke mezin ji vê yekê bibîne. Tevî ku wiha ye jî, lê rêveberiya PDK’ê ya heyî ji her kesê bêhtir dixwaze ku ev rêya nû ya navborî were avakirin û ev yek ji aliyê gelek kesan ve nayê fêmkirin. Lê bi ruşvet dayîna rêveberiya PDK’ê ev kar dikare were kirin û bi îhtimalek mezin jî rêveberiya PDK’ê li ser vê bingehê hatiye îknakirin. Yanî Barzanî qasî ku bixwazin wê pereyê zuha werbigirin û xelkê Başûrê Kurdistanê jî wê zirar bike.
“Projeya Rêya Pêşketinê” weke ku tê pêşbînîkirin, Başûrê Kurdistanê dorpêç dike. Rêveberiya Tayyîp Erdogan nekariye Herêmên Parastinê yên Medyayê ji başûr ve dorpêç bike. Dixwaze bi “Projeya Rêya Pêşketinê” tevahiya Başûrê Kurdistanê ji başûr ve dorpêç bike û kêmahiya heyî bi vî rengî telafî bike. Qada ku dixwazin rê têre derbas bikin, herêmeke ku PKK jê re dibêje “Herêma Navîn” û bi Kurdan re gelek gelên din jî bi hev re lê dijîn. Carna dibe nîqaş tên kirin ku PKK jî dixwaze li vê herêmê bi bandor bibe. Wisa tê fêmkirin ku dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst wê bi projeya rê ya navborî li vê qadê pêşketina PKK’ê asteng bike û li qada navborî bandoriya xwe pêş bixe. Dixwaze vir bi navê “herêma Turkmen” veguherîne herêmeke çeteyan. Lewma şûna ku ev projeya navborî weke “Projeya Rêya Pêşketinê” bê binavkirin, weke “Projeya Rêya Dagirkerî û Şer” bê binavkirin wê hîn rasttir be û wê baştir were fêmkirin.
Diyar e ku dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst plan dike vê xeta rê ya navborî, weke xeta Îdlib û Efrîn-Serêkaniyê veguherîne herêmeke nû ya çeteyan. Wê di bin navê çêkirina rê û bazariyê de, bi eşkere û veşartî gelek hêzên leşkerî, îstixbaratî û taybet li vir bên bicihkirin. Bi vê yekê re hem wê vê qadê dagir bike û hem jî bi van hêzan re piştgiriyê bide êrîşên dagirkeriyê yên ku li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Bi vî rengî wê hewl bide derbe li gerîlayên PKK’ê bixe. Ji vî alî ve, hem ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê û Iraqê ve rewşeke girîng e û hem jî ji aliyê PKK’ê ve rewşeke pir girîng e. Ev hewldanên rêveberiya Tayyîp Erdogan ji bazariyê zêdetir, wê li herêmê şer û pevçûnan zêde bike û wê şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê heyî, ber bi hundirê Iraqê ve belav bike. Divê her kes vê rewşê wiha fêm bike û vê rastiya navborî bibîne.
Gelo pêvajoyeke bi vî rengî, dibe biqewime? Bê guman mirov nikare ji nişka ve bi zelalî bersiva vê pirsê bide. Geşedan û rewşa şerê li herêmê, wê vê yekê diyar bike. Rêveberiya Tayyîp Erdogan dixwaze vê rewşê pêş bixe. Ji bo ku desthilatdarî temenê xwe dirêj bike, ji dervey pêşxistin û belavkirina şerekî wiha ti çareyeke din a wî nîne. Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, polîtîkayên ku Tayyîp Erdogan dixwaze bişopîne, her diçe zelaltir dibin. Bi rengekî pir eşkere, li Tirkiyeyê û cîhanê dixwaze polîtîkaya xwe dayîna qebûlkirin û lihevkirinê bişopîne. Ji ber ku ji dervey parastina nirxên ku ev 30 sal in didize, ti rêyeke din nîne. Tirsa parastina van mal û milkên dizîtiyê, bi temamî ketiye dilê Tayyîp Erdogan. Divê mirov hevdîtina wî ya bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re û peyamên wî yên polîtîk ên dide cîhanê û Tirkiyeyê, wiha fêm bike. Ji bo vê yekê bi ser bixe jî, pêwîstî bi avakirina “dijminê hevpar” heye. “Têkoşîna Hevpar a Li dijî Terorê” vê pêwîstiyê pêşwazî dike. Li ser vî bingehî şerê li dijî PKK’ê û Kurdan, dike madeya esas a polîtîkaya xwe. Bi kurtasî neçar e ku şerê li dijî PKK’ê hîn mezintir bike û belav bike.
Gelo wê hêza wî têra vê yekê bike? Wisa tê fêmkirin ku pirsgirêka esas a rêveberiya Tayyîp Erdogan ev e. Di hundir de ji bo dîtina hîn bêhtir hêzên ku şer bikin, zehmetî dikêşe. Rewşa wî ya li derve hîn xirabtir e. Pûtîn ew serdana ku hatî eşkerekirin û her kes li bendê ye, bi ti awayî pêk nayîne. Serdana DYE’yê û hevdîtina bi Bîden re ku bi hefteyan propagandaya wê hat kirin, fos derket. Rêveberiya DYE’yê eşkere kir ku planeke wiha nîne. Serokkomarê Elmanyayê beriya Tayyîp Erdogan bi muxalefetê re hevdîtin pêk anî. Tişta ji Tayyîp Erdogan re dimîne, biçe Hewlêrê ber lingê Barzaniyan û li wir şov bike. Hev hembêzkirina Barzanî-Erdogan, wê ji kê re bi sûd be ji kê re zirar be, hîn ne diyar e. Bi kurtasî ‘Projeya Rêya Pêşketinê’ di heman demê de dibe ku dawiya Tayyîp Erdogan jî be.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka