NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên dijîtal medya Jinên Ciwan li Karajê ber dibistanê keçan kom bûn û li hemberî şîddeta rêverberiya dibistanê Kamali Dehghan protesto kirin.
Jinên Ciwan di dibistanê de kom bûn ji ber rêverberiya dibstinanê di 7’ê Gulanê de jinekê ciwan lêda yê, ji ber ku ew hijab bi kar neanî. Jinên Ciwan û xwendekarên dibistanê reflexên tund li hemberî vê nişan dan û ber dibistanê kom bûn û dijî rêverberiya dibstanê slogan gotin. Çend xwendekarên hijabên xwe avetin û kamera û pencere dibistinan şkandin. Di we dibistanê de di sala borî de xwendekarên bi gaza kîmyasal hatin êrîş kirin. Wan xwendekaran ji ber we jî edî rastiya we tûndiyê dizanîn û bi wî rengî li hemberî tûndiya rejîma Îranê li hemberî Jin û Jinên Ciwan helwesta xwe nişan dan.
Çavkanî: Aryen TV