KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kobanê li navçeya Qinê ji xwendekarên dibistanan re semînerekî li ser rêxistinbûyîn dan. 34 xwendekar beşdarî semînerê bûn.
Di semînerê qala rola ciwanan a pêşeng di nav civakê de hat kirin û rêxistinbûn weke rêyê bi hêzbûna ciwanan û civakê hat destnîşankirin. Her wiha, pergala rêxistinî ya ciwanan di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat şîrove kirin.