KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo hazirtiya kongreyê xwe dest bi hemleyekî civinan kirin. Îro Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê li ser esasê xwe parastin û rêxistinkirina jinên ciwan ji jinên ciwan ên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re civînekî li darxist.
Civin bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê despêkir. Di civinê de girîngiya xebatên Yekîtiya Jinên Ciwan hat destnîşan kirin. Her wiha, hat diyar kirin ku kongreyê Yekîtiya Jinên Ciwan wê di rêxistinbûna jinên ciwan de guhertinên bingehîn çêbike. Ji ber vê pêwîstiya ji niha ve ku jinên ciwan li ser pirsgirêk û çareseriyên wan di her qadê de berfireh niqaş bikin hat diyar kirin. Li ser guhertina Hevpeymana Yekîtiya Jinên Ciwan pêşniyar û nêrînên cûr bi cûr derketin, da ku rêxistinbûna jinên ciwan xwe li gorî paradigmaya Rêber Apo ya konfederalîzma demokratîk xwe bi saz bike.
Civinan bi vî rengî di gelek herêm û bajaran de tên li dar xistin.