HESEKE – 2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ya bi diruşmeya “Bi zanist û zanînê emê xwe rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” didome. Kongre li sala Serdem a bajarê Heseke bi tevlîbûna 1000 xwendekarên zanîngeh, dibistan û peyamangehan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê pêk tê.
Di vê kongre de wê guhertinên bingehîn di stratejiya bi rêxistinkirina xwendekaran û rêznameyê tevgerê werin nîqaş kirin. Meclîsa giştî ya Tevgera Xwendekaran jî were hilbijartin.
Piştî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan û axaftina vekirinê konferansê ji aliyê endama desteya hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif, peyam ji aliyê rêveberiya Komalên Ciwan, ji xwendekarên Bakurê Kurdistanê û xwendekarên kurd li Almaniya hatin temaşe kirin. Di peyama Komalên Ciwan de rola ciwanan di nava tevgerên şoreşgerî yên dîrokê de û bi taybetî di avakirina Partiya Karkerên Kurdistan de hat diyar kirin. Her wiha, destnîşan kir ku divê tevahî xwendekar bi erkê xwe rabin da ku civakê ji pergalê qirker a kapîtalîst rizgar bikin. Di dawiyê peyamê de xwendekar bi coş diruşmeyên silavkirina Rêber Apo û gerîla berz kirin û stranên şoreşgerî bi hev re gotin.
Her wiha, perspektîfên Rêber Apo ji bo xwendekaran hatin xwendin. Piştî wê jî raporê kar û xebatê Tevgera Xwendekarên Demokratîk hat xwendin.
Kongre wê heya êvarê berdewam bike.