HESEKE – 2’emîn Kongreya Tevgera Xwendekarên Demokratîk ku bi diruşmeya “Bi zanist û zanînê emê xwe rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” îro li bajarê Heseke tê li darxistin didome. Kongre li sala Serdem bi tevlîbûna 1000 xwendekarên zanîngeh, dibistan û peyamangehan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Heleb û Şamê pêk tê.
Di vê kongre de wê guhertinên bingehîn di stratejiya bi rêxistinkirina xwendekaran û rêznameyê tevgerê werin nîqaş kirin. Meclîsa giştî ya Tevgera Xwendekaran jî were hilbijartin.
Her wiha, piştî temaşekirin peyama Komalên Ciwan ji bo ko kongre, xwendekaran bi coş diruşmeyên silavkirina Rêber Apo û gerîla berz kirin û stranên şoreşgerî bi hev re gotin.