NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê jî beşdarî mîhrîcanê bibin û wiha got: “Em hemû gelê xwe, malbatên şehîdan û ciwanên Kurd silav dikin. Em dixwazin her kes beşdarî Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku wê di 25’ê Gulanê de li Freîbûrgê bê lidarxistin, bibin. Em dixwazin ku hûn Festîvala Ciwanan bi temaşevanek mezin hembêz bikin. Banga me ji hemû ciwanan re ew e ku di 25’ê Gulanê de cihê xwe li qadan bigirin.”
Her wiha banga jinên ciwan û zarokan jî wiha ye: “Em 25’ê mehê li Freîbûrgê ne. Em li benda hemû Ciwanên Kurdistanî yên li Ewropayê dijîn. Em tên, hûn jî werin. Em li benda we hemûyan in.”
Bernameya festîvala ku dê di 25’ê Gulanê de bi hunermendên Wed Newa, Îbo Qamişlo, Meral Alkan, Rêber Serhed û Beyan û lîstokeên wek Fûtbol, Şah, Folklor (Govend), Badminton, Boks, Pingpong (Tenîsa masê), û Çalakiyên Kurdistanî (Lîstokên Kurdî) pêk were.
Festîvala Ciwanên Kurdistanê li Wiesentalstrasse2, 79115 Freiburg di dîroka 25.05.2024 di saet 10.00 despê dike.