HEILBRONN – Ji bo diyarkirina tîmên ku dê di Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya ku dê di 25’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bê lidarxistin, li gelek deverên Ewropayê tûrnûvayan dest pê kir.
Li bajarê Heilbronn ê eyaleta Başûr a Almanyayê rawestgeheke din a Turnuvayê hat lidarxistin. Nêzî 500 kes beşdarî Tûrnûvaya Futbolê ya Başûrê Almanyayê ya ku ji aliyê TCŞ û TekoJIN ve tê lidarxistin bûn.
Turnuva bi beşdariya malbata şehîd Seher Denîz ku di sala 2016’an de ji bajarê Heîlbronnê tevlî nava refên partiyê bû, destpê kir. Piştî axaftina xwişka şehîd Seher Denîz ji bo Rêbertî û şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Tûrnûva piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi beşdariya 17 tîm dest pê kir.
Bi destpêkirina turnuvayê re coşa li qadê zêde bû. Di turnuvayê de hinek ji ciwanan bi muzîkê re li halay lêxistin. Di dawiya turnuvayê de xelatên tîman hatin dayîn.
Tîma yekem Kurdischer Sport Club Sidelfingen, tîma duyemîn Meşkina Spor û tîma sêyemîn jî Zerîn Sincar Spor bû. Kupa ji aliyê xwişka Şehîd Seher Denîz ve hatin dayîn. Her wiha xelatek jî ji tîma TekoJIN’ê re weke yekane tîma jinan hate dayîn.