MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê li gundê Hec Abdîn semînerekî derbarê rola ciwanan ya pêşeng di çarçoveya fikir û felsefeya Rêber Apo de da. Her wiha di semînerê de mijarên pirsgirêkên di nava ciwanan de, girîngiya ciwanan di civakê de û çawa divê ciwan xwe ji madeyên hişber biparêzin hatin destgirtin.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin hat rawestîn. Semîner ji aliyê berdefkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Huseyîn Bakarî ve hate dayîn. Piştre nîqaş ji beşdaran re hat vekirin.