TEBQA – Şêniyên Tebqayê heftemîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) ve pîrozkirin.
Di çarçoveya çalakiya ku li baxçeyê Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê hate lidarxistin de, gelek axaftin hatin kirin ku ev cejna mezin pîroz kirin û banga piştgiriya Hêzên Sûriyê Demokratîk kirin.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Çand û Hunerê Murhef El-Ehmed û li ser navê hevserokatiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hevserokê Desteya Parastinê ya Tebqayê Mihemed Elî Xalid axivîn. Piştî wê berdefkê Kombûna Jin a Zenobiya Hoda Al-Alî û hevseroka Meclîsa Partiya Sûriyê Pêşerojê ya Tebqayê Barîn Mamo axivîn.
Di axaftinên xwe de bal kişandin ser têkoşîna pêkhate û gelên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî), û destnîşan kirin ku Tebqayê piştî rizgarkirina wê bûye ronahiyek û sembola nirxên aştû û hevjiyanê.
Di axaftinan de hişyarî ji gelê Tebqayê re li ser êrîşên û komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û baweriya wan a bi projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan a fikir û felsefeya Rêber Apo hat destnîşan kirin.
Di heman demê de çêbûna destkeftiyên mezin, pêşketin û vejînê di hemû aliyan de hatin diyar kirin.
Ji bo pîrozkirina vê salvegerê jî stran û dîlanên gelêrî hatin pêşkêşkirin.