NAVENDA NÛÇEYAN –
Di Konferansa yekem a PKK ku di sala 1981’de pêk hat, meha Gulanê wekî meha Şehîdan, 18 ê Gulanê ji roja Şehîdan îlan kir. Sedema vê yekê jî kadroyên pêşeng ên tevgera Azadiya Kurd Hakî Karer û Halîl Çavgûn di vê rojê de şehîd ketin.
“Îro 18’ê Gulanê ye. Rojeke bi wate a şehîda ye. Bi giştî meha Gulanê, meha şehîda ye. 18’ê Gulanê, ji bo me û şoreşgerên Tirkiyê meheke şehîda ye. Weke tê zanîn, şehîdên me yên yekemîn di germahiya vê biharê de, ji bo ava kirina jiyanê canê xwe dane.”
Rêber APO
18’ê Gulanê 1976:
Fevzî Aslansoy xwendevanekî şoreşger yê kurd ku li Zanîngeha Hacettepeyê duxwîne û ji hêla polîs û faşîstên MHP’yê ya Alpaslan Turkeş bi gulebaranê tê qetilkirin. Rêber APO cenazeyê bi xwe ve bir welatê wî ya Pirsûsê û merasîma wî bi awayekê mezin pêk hat. Nêzî 10 hezar kesî ku ji metropolên Tirkîyê, ji her deverê Kurdistanê ser gora Fêzî Aslansoy digîhîjin hev cara yekemîn dirûşmeyên ‘Bimre Mêtîngerî’ û ‘Bijî Serxwebûn’ digotin.
Lê ev merasîm yekem çalakiya girseyî ya koma Şoreşgerên Kurdistanê bû û bi vî awayî vegera welat li ser bingehekî şoreşgerî pêşketibû. Vê çalakiyê li derdorê bandoreke propagandayê ya bi hêz pêkanî.
Piştî axaftîn, dirûşmeyên û binaxkirina Fevzî polîs êrîşê merasîmê dikê û nêzî 40 kes tên girtin, di nav de M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr û Mustafa Gezor. Li ser vê esasê zindan jî bû qada propagandayê.
18’ê Gulanê 1977:
Rêheval Hakî Karer ku li navçeya Ulubey a Orduyê hatiyê dinê, ji hêla rêxistina kontra Stêrka Sor bi êrîşekê plankirî hate şehîdkirin.
Qetilkirina Hakî Karer bandoreke mezin li Koma Apoyî kir û ev yek wekî fermana pêşvebirina têkoşîna hat qebûlkirin. Hesabê qetilkirina Hakî Karer yek bi yek hat pirsîn û koma kûyer,kontra-gerîla hate cezakirin. Rêber APO ji bo bîranîna Hakî Karer hem pêvajoya têkoşîna tolhildana şoreşgerî, hem jî pêvajoya partîbûnê da destpêkirin
15-22’yê Gulanê 1978:
Ji bo bîranîna Rêheval Hakî Karer “Hefteya Çalakiyê” hate îlan kirin. Rêbêr APO bi navê “Bîranîna Hakî Karer” broşûrekê nivîsand. Broşûr piştî hate redaktekirin di nava rêxistinê de hate belavkirin. Li dijî polîs û faşîstan çalakiyên çekdarî çêbûn. Li ser vê bingehê şoreşgerê mezin Rêheval Hakî Karer ji raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê re hate naskirin.
Rêber APO ku dibejê; “Hakî rihê min ê veşartiye” û piştî şehadeta wî jî PKK’ê radigihîne, di encama baweriya bi şoreşê û bi şêweyekî Hakiyane girêdanbûna hevaltiyê derdixînê holê.
19’ê Gulanê 1978:
Halîl Çavgun ji bo xwe kesayeta pêşeng a Hakî Karer mînak girtibû. Li Curnêreş û Rihayê ket nav lêgerînê û têkoşiya. Li Rihayê di parçekirin û têkbirina rêxistinên faşîst û çeteyan de rol girt ser xwe û li Curnêreş bi rêxistinbûyînê derb li pergala axatiyê xist. Ji ber kesayeta xwe ya pêşengê ciwanên bû hedefa polîs û şebekeyên îxanetê û çeteyan.
Dema Halîl Çavgun di salvagera yekem a şehadeta rêheval Hakî Karer pankart dialiqînê û di şeva 18’ê heya 19’ê Gulanê aliyê çeteyên Silêmanan û polîs-faşîst tê êrîş kirin. Hêzên faşîst û çeteyan belavbûna rihê Hakî ditirsiyan û rêheval Halîl Çavgun bi awayekî îşkencewarî qetilkirin.
Rêber APO di nirxandina xwe de qala pêwîstiya pêşxistina têkoşînê, têkoşîna tolhildanêke bi bandor kir. Li ser vê esasê qetilkirina Halîl Çavgun bêbersiv nehat hiştin û hesabê qetilkirinê yek bi yek hat pirsîn. Her wiha ji bo xwedîderketina bîranîna wî berxwedana parastina cewherî ya Hîlvanê şeş meh domand û li Curnêreş pergala axatiyê hilweşiya.
17’ê Gulanê 1982:
Di 17’ê Gulana 1982’yan de Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ku xeta Hakî Karer û Mazlûm Doğan dişopand û li hemberî hewldanên teslîmgirinta rihê azad ê Kurd li zindana Amedê bi hev re bedena xwe da ber agir. Di we şevê de her çar bî we çalakiyê şehîd bûn.
“Ger derfetê me yê jiyanê hebana, me yê ew esas bigirta. Lê di nava van derfetan de emê heta dawî jiyana birûmet hilbijêrin û di oxira vê jiyanê de çi pêwîst bike, emê wê bicih bînin”.
17’ê Gulanê 1994
28 ciwanên Kurd ên ku ji bo tevlî gerîla bibin li Meletî-Doganşehirê diçûn, li Çiyayê Semsûr-Bezarê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker-faşîst ve bi êrîşa bombeyên napalm û çekên kîmyewî hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de di nav wan de Melîk, Rizgar (Denîz Guner), Îsmaîl Tûmen, Şexo Çayir, Kamber Yamaç, Huseyîn Îlhan, Ulfan Çintay, Şukru Tore, Seyithan (Dogan Oter), Welat (Kanber Yavuz), Alî Elçî, Ferhat Buran, Huseyin, Yusuf Boztaş, Huseyin Sarıtaş şehîd bûn.
18’ê Gulanê 2006
Rêhevalê Êriş Karzan (Cimşîd Melek Beygî) de li bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû û bû yekem şehîdê Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR).
“Şehîd Êriş weke ciwanekî pêşeng, şîrîn û xwedî îrade ku di nava rêzên têkoşerên Apoyî de şopên wî hîna jî diyare. Di demeke pir kurt de karî weke ciwanekî pêşengtî ji azadiyê re bike.“
KCR