NAVENDA NÛÇEYAN –
“PKK ne têgîna kesan e. PKK rastiya we ye. PKK Xeyrî ye, Kemal e, Heqî ye. PKK kombûna nirxên dîrokî yên mirovahiyê ne. Ev nirx wisa bi hêsan nehatine bidestxistin. Niha ez di jiyanê de, şehîdên ku xwe kirin xwelî û xwe ji nûve bi xweliya xwe afrandin mînak bigrim, an jî taybetmendî û fêrbûnên we yên biçûk mînak bigrim?! Di vir de hûnê pir vekirîbin. Ez ê girêdan û hevaltiya bi azwerî ku bi Heqî’yan destpê kir û bi Zîlan’an giha nirxeke mezin temsîl bikim. Divê hun jî vê hevaltiya rast ji bo xwe esas bigrin. Ger hun dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hun destpêkê xelekên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Ev girêdana bi şehîdan re ye.”
Rêber Apo
20’ê Gulan 1985:
Koma gerîla ya ji 5 kesan di bin fermandariya Sabrî Gozubuyuk de; Li Riha-Bozovayê di pevçûna bi dijmin re A. Kamber Demîr, Mehmet Yeşîller, Hacî Ahmet Yapici û Îmam Huseyîn Çoşkun şehîd bûn. Sabrî Gozubuyuk yek ji wan mîlîtanê PKK’ê bû ku di şerê Lubnanê de di 2’yê Hezîrana 1982’yan de ji aliyê Îsraîlê ve dîl hatibû girtin.
21’ê Gulan 2001:
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û fermandarê parêzgeha Erziromê Hîdîr Ozgen Bîngol (Îsmaîl); bi 13 Gerîlayên PKK’ê Melsa Munzur (Sakine Kıyançiçek -Sevuk-), Mehmet Sîpan (Fuat Guneş), Metin Yilmaz (Nusret Ece Durmuş), Ruken Stêrk (Sevda Aktarlar), Sara Dogan (Gulcihan Aktarlar), Birîn (Mêrdîn Bîngol), Rençber Amed (Mehmet Çap), Gîap Agirî (Cengîz Urtekîn), Kemal Mardin, Şahan Van (Fesih Polat), Welat Urfa (Tekin Şimşek), Ayten Haseke (Cihan Cancan Ahmet) şehîd bûn.
22’ê Gulan 2007:
Guven Akkuş (Erdal) di çalakiya fedaî ya li dijî Konvoya Serfermandariya Giştî ya Enqere-Ulus-anafatalar Bazara ku li gorî daneyên fermî 9 kes mirin û 121 kes jî birîndar bûn, şehîd bû.
25’ê Gulan 2012
Di 25’ê Gulanê de li navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê li dijî teşkîlata polîsên tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin. Endamê Tabûra Nemiran rêhevalên Êrîş Gever û Andok Ferqîn bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
„Pergala mêtinger a di pêşengtiya AKP’ê de di çarçoveya şerê topyekun a li dijî gelê Kurd daye destpêkirin, hewl dide her cure komkujiya li beramberî gelê me rewa nîşan bide û êrîşa herî mezin ji li Îmraliyê li dijî Rêber APO dimeşîne. Divê were zanîn ku tu kes pergela tecrîdê ya li Îmraliyê ku bê hiqûq û dijexlaqîye nikare rewa nîşan bidin. Li beramberî pergala îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li Îmraliyê pêktîne û Komkujiya Roboskiyê organîze kiriye, wê sekna gerîlayên me bi ruhê rêheval Andok û Êrîş be.“ (Daxuyaniya HPG’ê)
27‘ê Gulan 2020
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (İsmail Nazlıkul) di êrişeke alçaxî ya dîktatoriya AKP-MHP’ê ya faşîst a qirker di 27’ê Gulanê 2020’an de ser Qadên Parastinê yên Medyayê şehid bu.
Rêhevalê Kasim Engîn temsîla şoreşgeriyê ku berê xwe nedaye jiyana sîqalkirî ya pergala modernîteya kapîtalîst û yebûna bi çiya û gerîla re ji xwe kirî felsefeya sereke ya jiyanê.
Şehîd Kasim Engîn bi dilsoziya Rêbertî di rojê 24 seatan dixebitî û bi coşiya şoreşger û kelecanî xeta serfiraziyê ya PKk’ê di jiyan û serkeftin pêkan e nîşan dayê.
28‘ê Gulan 2016
Li hember êrîşên li ser bajarên Kurdistanê ya ku di çarçoveya plana çokdanînê de rejîma qirker faşîst a Tirk pêkanî, ciwanên Kurd jî di bajaran de derbasî berxwedanê bûn. Di berxwedana bajarê Şirnexê de jî rêhevala Zeryan Deniz Amed cihê xwe digirt. Zeryan Deniz Amed di berxwedana Rêverberiya Xweser li Şirnexê şehîd bû.
Hevrê Zeryan ne tenê li Şirnexê, li qadên berxwedanê, her wiha ji salên destpêkê yên ku bi coşeke mezin têkoşîna azadiyê nas kir, di her kêliya ku bi coş û serbilindî li çiyayên Kurdistanê digeriya, weke ku qîmetê herî mezin bide jiyanê, bi wêrekî, bi rengê jinê ji bo hemû hevrêyên xwe bû alayek.
31’ê Gulan 1972 û 2005
Sinan Cemgil, Alpaslan Özdoğan û Kadir Manga li bintara çiyayên Nûrhakê piştî pevçûneke çekdarî hatin şehîdkirin. Di heman rojê di sala 2005‘an de li Qeladizê li Başûrê Kurdistan rêhevala Nûda û Amara ber qezayê trafîkê şehîd dikevin.
„Ez bûm Mem û Derwêşê Evdiyê hemû Zîn û Edûl’an. Ji axîna dawî ya Manî, Mazdek û Babekan, heya tenêbûna Kerbela ya Hesen û Hûseyîn, eşqa heqîqetê ya Hallacî Mansûr û dostaniya Pîr Sûltan, min tevahî hîs kirin, bi êşên wan re ez jî êşiyam. Min kar û barê wan girte ser milê xwe û di şopa wan de min jî dest bi lêgerîna azadiyê kir û tekoşîn mezin kir.
Ez bûm hevalê Denîz, Mahîr û Îbrahîm’an. piştre jî bûm şervanê tolhildana Mazlûm, Xeyrî, Kemal û Ferhat’an. Di van abîdeyên mirovatiyê de ne tenê şerê wan, doza wan a aştiyê jî hebû. Vaye niha jî em doza wan dewam dikin.
Di salên 1970’an de dengê ciwanan pir bê tirs û geş bû. Di van qadên ku her milê wê bi xefkan ve tije bû, bêtirsbûn dihat hîskirin. Ev ciwan bi vîn û helwesta xwe ya azad ve ewqasî Egîd û bêtirs bûn. Heger di min de jî hestên rûmetiyê heye, ezê heta dawî xeta van ciwanan bişopînim.“
Rêber APO