REQA – Di bin dirûşmeya “Bi ramana Rêberê azad em ê jiyanekî azad ava bikin” îro danê sibê Desteya Ciwan û Werzîşê a Reqayê komxebatekî li ser fikirê Rêber Apo li dar xist. Di komxebat de rewşa Rêber Apo û nirxandinên wî yên siyasî, civakî, bîrdozî û aborî hatin gotûbêj kirin. Komxebat bi amadebûna nûnerên komîteyên saziyên sivîl û leşkerî pêk hat.
Komxebat bi axaftina bixêrhatinê ji aliyê hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Buşra El-Ehmed dest pê kir. Piştî wê deqayek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hate rawestîn. Piştre perspektîfên Rêber Apo hate xwendin ji aliyê berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger ê bi navê Ezîz. Piştre berdefka Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi navê Pervîn ve axivî û bal kişandin ser girîngiya vê komxebat û avakirina nîqaş di nav ciwanan de.
Piştî wê sînevîzyonekî derbarê fikirê Rêber Apo hat nîşan dan. Piştre jî nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin û rewşa siyasî, aborî û civakî ya ciwanan, şert û mercên welat, şert û mercên Rêber Apo, ramanên Rêber Apo û bandorê wan li ser ciwanan hatin nîqaş kirin.
Komxebat bi xwendina encamnameyekî ji aliyê dîwanê ve bi dawî bû. Encamname wiha ye:
1 – Ji bo bilindkirina têkoşînê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo xebat bên meşandin;
2 – Vekirina komîteyekî ji bo Rêber Apo û li darxistina civînan derbarê rastiya Rêber Apo de ji bo fêrbûna raman û felsefeya Rêber Apo;
3 – Sînevîzyon li ser bingeha nirxandinên Rêber Apo werin pêşkêş kirin;
4 – Lidarxistina atolyan bi saziyên Rêveberiya Xweser re ji bo balkişandina li ser parastina jîngehê;
5 – Zêdekirina ders, civîn û semîneran li ser şerê gel ê şoreşgerî û şerê taybet ê ji ciwanan re;
6 – Vekirina projeyên taybet ji ciwanan re bi Desteya Aborî re ji bo kêmkirina bêkariyê;
7 – Ji bo têkoşîna li dijî madeyên hişbir hemleyên hişyariyê li dar bixin,
8 – Vekirina dewreyên alîkariya yekem ji bo şiyarkirina çandî û tenduristiyê;
9 – Vekirina dewreyên girtî û vekirî yên bîrdozî ji ciwanan re ji bo pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî;
10 – Xebat ji bo xurtkirina welatparêzî û parastina welat.