KOBANÊ – Îro li bajarê Kobanê Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya hemleya ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ bi hemû berdevkên Tendirustî ya bajarê Kobanê civîn li darxistin. Bi giştî berdevkên 17 Komînên Tendirustî di wê civînê ku ji aliyê endamê Yekitiya Jinên Ciwan Nadya Axsî hatiye rêvebirin, beşdar dibûn.
Di 2’ê Gulanê de Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan daxuyaniyekê niviskî weşan kir û Jinên Ciwan bang kirin ku bi jinên KJK û PAJK’ê bi hev re rexistin û xweparastin avabikin.
Di civinê de mijara parastina cewherî ji bo Jin û Jinên Ciwan hate niqaş kirin. Taybet pirsa “Çawa Jin xwe biparêze û xwedî hêza xwe derbikeve?” niqaş pêş diket.