STUTTGART- Li bajarê Elmanya Stûttgartê bi pêşengiya Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) ji bo azadiya Rêber APO meşek hat lidarxistin.
Bi dehan enternasyonalîst û jinên ciwan ên Kurd saet di 14:00 de li Wilhelmsplatzê hatin cem hev, pankarta “Jin jiyan azadî, serbixe azadî”, alên wêneyên Rêber APO û alên TekoJIN hilgirtin.
Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî”, “Ciwan Fedayî Rêber Apo ne” û “Dîktator Erdoğan” hatin qîrîn.
Di daxuyaniyên ku di rê de hatin dayîn de, ciwanan nerîna xwe anîn ziman ku 3 sal in ji Rêberê xwe Rêber APO yê ku 25 sal in di zindanê de dîl hatiye girtin, ti agahî jê nayê girtin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, “Heta ku hemû jin û ciwan têkoşîna jiyana azad û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo negirin, civak nikare bigihêje azadiyê” û wiha dewam kir: “Em di serdema şoreşa jin û ciwanan de dijîn. Piştî zilma bi hezaran salan îro em li şûna koletî û şer rêya xweparastin, jiyana demokratîk û civaka demokratîk hildibijêrin. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de armanc dike ku gerîlayên jin ên azad li çiyayên Kurdistanê tune bike.
Li çaraliyê cîhanê, jinkujî tiştekî asayî dimîne û bilindbûna bingehînparêziya olî jinên ciwan neçar dike ku xwe di nav diwaran de bihêlin û mafê xwe bisînor bikin. Bi rêya qenalên dijîtal wek û rêzefîlmên televîzyonê civak bandor dikin û bê têkoşîn û paşerojê diafirînin. Em dikarin ji bo cîhanek bêtir wekhev û azad bi yekîtî û hevgirtinê têbikoşin. Ji bo azadiya Rêber Apo û hemû gelên bindest em bi hev re li ber xwe bidin. Em tenê bi hev re xurt in û em ê ti carî serî netewînin. Heta ku Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê her roj mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”