KOLN – Bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên TekoJIN’ê, di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” stand hate vekirin. Li standa ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat vekirin, pirtûkên Rêber APO bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” hatin pêşandan.
Jinên ciwan li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO li derdora xwe belavok belav kirin. Di belavokên hatin belavkirin de pergala îşkenceya Îmraliyê hat eşkerekirin û agahî hat dayîn ka çima Rêber APO li Îmraliyê hatiye hiştin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan diyar kirin ku armanca wan ji danîna standê ew e ku paradîgmaya Rêber APO ya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê bi pêş bixin û ew ê çalakiyên bi vî rengî bidomînin.