HAMBÛRG – Dûho danê nîvro li bajarê Elmanya Hambûrgê bi pêşengiya TekoJIN di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de meşek hat lidarxistin.
Di saetên nîvro de li Hauptbahnhofê hatin cem hev, jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst û gelê Kurdistanê yê welatparêz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO meşiyan. Meş bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir.
Piştre meşê bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîla” dewam kir.
Di meşê de helbestek li ser şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ji aliyê jinên ciwan ên Rojhilat ve hate xwendin.
Piştî meşê li Gänsemarktê mîtîngek pêk hat. Di axaftina li ser navê TekoJIN’ê de hate gotin ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêber APO ve hatiye afirandin, ji bo jinên ciwan û jinên Kurd ên li hemû cîhanê alternatîfek e.
Her wiha hate diyarkirin ku îro bi pêşengiya YJA Starê li qada Metîna berxwedaneke destanî hate nîşandan.
Piştî axaftinan “Jin Jiyan Azadî” “Bijî Serok APO”.