KOBANÊ – Hemleya civînan herêm bi herem ji bo hazirtiya kongreyê Yekîtiya Jinên Ciwan didome. Di vê çarçoveyê de îro li navçeya Şêrane ya rojhilatê Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan civînekî lidarxist. Jinên ciwan ên şaredarî, meclîs û Kongra Star tevlî civînê bûn ku li navenda meclîsê navçeyê pêk hat.
Di serî de bi deqayekî Li ser pisgirekên jinên ciwan ên civakî, ên di aliyê şerê taybet, kevneşopî û zîhniyeta zayendperest hatin niqaş kirin. Rexne û pêşniyar pêşketin, û taybetî ji bo vekirina perwerdeyan û bernameyên çandî plansazî hatin lidarxistin. Civîn bi niqaş li ser rol û misiyona jinên ciwan di avakirina netewa demokratîk bi dawî bû.