MINBIC – Kombûna Jinan a Zenobiya ya Minbicê li dijî qetilkirina jin û tûndiya li ser jin îro nîvro li stadyuma şaredariyê daxuyaniyekî da.
Daxuyanî bi amadebûna saziyên jinan pêk hat û ji aliyê berpirsiyarê Komîteya Aborî ya Kombûna Jinan a Zenobiya Hana Talcbinî ve hat xwendin. Têde behsa tundiya li ser jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdebûna qetilkirina jinan û metirsiya li ser jiyana wan li herêmê. Her wiha destnîşan kirin ku di demekî de ku tekoşîna azadiya jin gihîşt qonaxekî girîng ev tundî wê jinan netirsîne û tekoşîna wan a ji bo avakirina civakekî azad nesekinin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.