NAVENDA NÛÇEYAN – Li Qamişlo Xwendekarên jin û li Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan civin ji bo amadekariya kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan li darxistin.
Her du civîn bi deqayek rêzgirtin despêkirin. Li Kobanê berdefekên komîteyên tendirustî yên 17 komînan kombûn û li ser pêşketinên heyî niqaş kirin. Di heman demê de jî li Qamişlo Xwendekarên jin kombûn û li ser rol û misyona xwendekarên jin niqaş kirin. Di civinê de Şehîd Bişeng Brûsk û Şehîd Sara Hogir Riha hatin bibîranin û jinên ciwan diyar kirin ku wê tekoşîna xwe li ser xeta pêşengên xwe bidomînin. Di civina berdefekên tendirûstî li ser xala xwe parastinê nîqaş hat kirin. Çawa jinên ciwan dikarin di nava jiyanê de bi alîkariya yekem pêwistiyên derdorê temam bikin û di rewşên awartê de mudaxelê bikin hat destgirtin.
Di her du civinan de jinên ciwan coş û heycana xwe ji bo kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan diyarkirin. Jinên ciwan diyarkirin ku bi heycanek mezin ber bi guhertinên nû vê diçin.