HESEKE – Li navçeya Şedadê ya kantona Heseke, Meclisa Ciwanan ya Partiya Sûriyê Pêşerojê bi armanca danasîna bikaranîna rast a dermanan dest bi hemleyekî hişiyariyê kir.
Endamên Meclîsa Ciwanan serdana navendên tenduristiyê û dermanxaneyan navçeyê kirin. Li wir, li ser metirsiyên bikaranîna dermanên bêyî reçeteya fermî û şêwirmendiya bijîjkê pispor jî ders hatin dayîn.