NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyeke nivîskî ku li ser malpera xwe ya înternetê hat weşandin, ragihand ku li Mûgla, Mêrsîn û Stenbolê li dijî seyare û kargehên kesên faşîst û hevkar çalakî hatin lidarxistin.
Daxuyanî wiha ye;
Heta ku tirkên faşîst û hêzên wan ên hiqûqê li Kurdistanê bin, em ê zirarê bidin mal û milkên tirkan û dewlemendiyên wan ên ku bi Agirê Tolhildanê ji bo kurdan qetil kirin, bişewitînin. Weke Înîsiyatîfa Zarokên Agirî em kesên ku bi hişmendiya neteweyî û hêrsa dîrokî çalakî li dar xistin û li Stenbol, Mûgla û Mêrsînê agirê tolhildanê pêxistin û bi qutkirina lastîkên wesayîtan aramiya faşîstan xera kirin, silav dikin.
Çalakî;
Di 10.05.2024an de li Mêrsînê wesayîtek hat şewitandin.
Di 10.05.2024an de li Fethiyeya navçeya Muğlayê sûka sebzeyan hat şewitandin.
Di 11.05.2024an de li Beyogluya Stenbolê lastîkên 11 wesayîtan hatin birîn.