MEXMÛR – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev ji aliyê Tevgera Ciwanên Mexmûrê û Navenda Çand û Hunerê ve pêşbirka leyîstokên gelêrî hat destpêkirin. Pêşbirk li Parka Şehîd Aryen Cûdî bi tevlîbûna sedan xebatkar û welatiyên wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar, Endamê Tevgera Ciwanên Mexmûrê Sîpan Yaman xêrhatina gelê amade kir û wiha axivî: “Armanca me ya van leyîstokên Kurdî ewe ku em nehêlin çandên me tune bibin. Em vê pêşbirkê diyarî Şehîd Serxwebûn Serhed dikin. Em bi van leyîstokan derbeyek li dagirkeran bidin. Ji bo nifşên nu bibin xwedî zanist û çanda xwe ji bîr nekin, em van leyîstokan li dar dixin. Wê hêza ciwan, çanda Kurdî biparêze.”Piştî axaftinê leyîstokên gelêrî yên weke ‘şelîtkêşan’ û ‘birre’ ji aliyê xebatkar û zarokên wargehê ve hatin leyîstin.
Hêjayê gotinê ye ku wê îro jî ev leyîstok berdewambin û wê leyîstokên weke Şelîtkêşan, Birre, Hovegirinê, Şêk û Pilê û Kêlanê bên leyîstin.